Maça dostaniyê Baglar qezenc kir
Maça dostaniyê Baglar qezenc kir

Maça dostaniye ya di navbera Tîma Basketbole ya Meran a Åžaredariya  Baglare û Tîma Hewler Best Of’de hate lîstin, Baglare bi skora 56-41 maç qezenc kir. Di maçe de peyamen aÅŸtî û dostiye hatin dayîn

Tîma Basketbolê ya Mêran a Şaredariya Baglarê û Hewler Best Of li Salona Sporê ya Hewlerê hatin hemberî hev. Maça ku ji aliyê ciwan û rojnamegeran ve eleqeyeke mezin dît, Cîgirê Şaredariya Baglarê Osman Kaya, Endamên Meclisa Şaredariya, berdevkê KDP û Serokê Perwerdehiya Rêveberiya Herêmê ya Kurd Sefîn Dîzayî, Sefîrê Hewler Tirkiyeyê Aydin Selcen, Serokê Federasyona Basketbolê ya Hewlêrê Serdar Heyder, nûnerên Salah Rahman Sports Foundatîon û Karsaz Ferda Cemîloglu jî ji bo ku maçê temaşe bikin amade bûn. Temaşevanan alên Şaredariya Baglarê û rêveberiya Herêma Kurdistanê hildan. Beriya ku maç dest pê bike nûnera jin a Salah Rahman Sports Foundation, Samî Rahman, Sefîrê Hewler Tirkiyeyê Aydin Selcen û Cigirê Şaredariya Baglarê Osman Kaya axaftin kirin. Di axaftinan de peyamên aştî û dostaniyê derketin pêş û piştî vê jî merasîma plaketan pêk hat. Nûnerên Kluba Sporê ya Şaredariya Baglarê platket takdîmê Heyder, Selcen û Dîzayî kirin. Her wiha serokê Federasyona Basketbolê ya Rêveberiya Kurd Serdar Heyder jî plaket da rayedarên Şaredariya Baglarê.

‘Ya giring dostanî ye’
Maça di çarçoveya dostanî û biratiyê de hate lîstin, tîma Baglarê di periyoda yekemîn 17-15, periyoda duyemîn 36-20, periyoda sêyemîn 45-28 û periyoda çaremîn jî 56-41 bi ser ket. Lîstikvanên tîma Şaredariya Baglaê diyar kirin ku di vê maçê de ne galîbiyet û ne jî têkçûyîn ji bo wan ne girîng e û gotin ku ya girîng ew bû ku di navbera her tîman de dostanî pêş keve.

Li bajar geriyan
Tîma Basketbolê ya Mêran a Şaredariya di roja serdanê ya duyemîn de tevli gelek bernameyan bûn. Di seatên serê sibê de çûn serdana Dibistana Fakîr Mergasurî ya Hewlêrê. Tîm ji aliyê nûnerên dibistanê û tîma basketbolê ya dibistanê ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Sporîstên herî bajaran hatin cem hev û xwepêşangeha smaçê pêk anîn. Antrenorê Kluba Sporê ya Amedê Gokhan Yildirim li wir axaftinek kir û diyar kir ku ew ji ber eleqeye gelê Hewlêrê gelek kêfxweş bûne. Yildirim da zanîn ku ji ber ku bi xwişk û birayên xwe yên Hewlêrê re hatin cem heve kêfxweşin û wiha got:
“Em heman zimanê diaxivin û heman heycanê parve dikin. Tîma me di qada Basketbolê de serkeftinên mezin bidestxistin. Di rewÅŸa ku hun jî hewl bidin dê serkeftinên
herîm ezin yê we bibin. Tenê hun bixwazin bi serkevin û bi xwe bawerbin.” Rayedarên dibistanê jî diyar kirin ku ew ji vê serdanê gelek kêfxweÅŸ bûne û gotin ku divê serdanên
bi vî rengî her tim pêk weririn.

Şaredarî hate ziyaret kirin
Tîma Baglarê piştre çûn serdana Şaredariya Hewlêrê. Şaredarê Hewlêrê Sedke Zrarîe û xebatkarên şaredariyê tîma Baglarê pêşwazî kirin.Di navberê de sobet kirin û xebatkarên şaredariyê tecrubeyên xwe parve kirin. Tîm piştre bi çapemeniya Hewlêrê
re hatin cem hev. Li Otela Çarçira civîna çapemeniyê hate lidarxistin û rojnamegeran eleqeyeke mezin nîşan da. Antrenorê tîmê Gokhan Yildirim li vir daxuyaniyek da û got ku ev serdan ji du aliyan de ji bo wan girînge. Yildirim wiha got: “Em hem heman zimanê diaxivin û hem jî birayên hevin. Me li vir tecrubeyên xwe bi birayên xwe re parve kir. Em gelek kêfxweÅŸ in. Me silavên saredara xwe ji we re anîn. Em hemû birayên xwe vexwendiyê Amedê dikin. Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesî dikin.

  Tarih: 25/01/2011
Kuşadası Gençlikspor Diyarbakır...
BaÄŸlar Belediyesi Basketbol Takımı, KuÅŸadası Gençlik Basketbol Takımı’na ev sahipliÄŸi yaptı. Bölgesel Ligâ€
Fırsatları gole çeviremedi...
Bölgesel Amatör Lig’inde mücadele eden Bağlar Belediye Spor, Batman72 spora ev sahipliği yaptı. Oynanan maçta B
Bağlarlı sporcular yükselmeye de...
Erkekler Bölgesel Basketbol Ligi’nde Elazığ’ı mağlup eden Bağlar Belediyesi Takımı, 3.Lige çıkmayı garant
Bağlar Kızıltepe maçı beraberl...
Bölgesel Lig 11. Hafta mücadelesinde Kızıltepe Spor ile karşılaşan Bağlar Belediye Spor maçı beraberlikle biti

© Copyright 2010 Diyarbakır Bağlar Belediyesi BİM